Hernandez: Serxwebûn rewa ye, lê bi kêrî bûrjûwazî tê

Me digot qey tenê çep û kominîstên Tirkîyê û Kurdistanê li dijî serxwebûnê û bi taybet jî serxwebûna Kurdistanê ne. Her kesê ku xwe çep û kominîst dihesibîne alîgir û piÅŸtgirê mafê çarenûsî ye. Lê çi hikmet be gava mafê çarenûsî û serxwebûna Kurdistanê tê holê, gotin di qirika wan de asê dibin û çepîtî û kominîstîya xwe ji bîr dikin.

Xuyaye ev nexweÅŸî ne tenê di nav Kurdan û Tirkan de, di nav çep û kominîstên Îspanya û Herêma Bask a Îsyanyayê de jî heye. Kominîstên Baskê jî serxwebûnê wek mafekî rewa dibînin, qebûl dikin, lê çima ku wê bi kêrî bûrjûwazî bê, li dij derdikevin û dijayetîya serxwebûna welatê xwe dikin.

Wekîlê Parlamentoya Baskê û Sekreterê GiÅŸtî yê Partîya Kominîst a Baskê (EPK) Jon Hernandez, çima ku wê serxwebûna Herêma Baskê bi kêrî bûrjûwazîyên Bask û Îspanyayê bê, li dijî serxwebûna welatê xwe derket û ji serxwebûna Herêma Bask ê re dibêje na.

Sekreterê Partîya Kominîst a Herêma Bask a Îspanyayê Jon Hernandez, ji çapemenîyê re anî zimên ku „Li hember berjewendîyên bûrjûwazîyên Îspanya û Baskê, çareserîya herî baÅŸ paraztina berjewendîyên gelên Îspanyayê û çîna karkir e û got: „Ji ber vê yekê, em rê û çareserîya herî baÅŸ di yekîtîya gelan de dibînin“.

PiÅŸtî Katalonya li Îspanya herêma ku herî nêzîk nêzîkî serxwebûnê ye Herêma Bask e. Li Katalonya serxwebûn ji alî mihafazakar û rastgiran vê tê xwestin û li vajayî Katalonyayê, li Herêma Baskê jî serxwebûna Herêma Baskê ji alî çep û sosyalîstan ve tê rojevê. Lê Partîya Kominîst a Baskê (EPK) ne wek çep û sosyalîstên Herêma Baskê difikire û ji serxwebûnê zêdetir ew berjewendîyên gelên Îspanyayê û çîna karkir dide pêÅŸ û dike armanc.

Sekreterê EPK Jon Hernandez, di derbarê serxwebûna Herêma Baskê de dibêje: „Berî her tiÅŸtî em mafê çarenûsa gelan diparêzin. Ji ber vê, em daxwaza gelê Bask û xwestina wan a serxwebûnê wek mafekî meÅŸrû û rewa dibînin. Lê partîya me ji salên 1930î û heta îro yekîtîya gelên Îspanyayê diparêze. Em alîgirê yekîtîya gelên Îspanyayê û komarek federal û sosyal in“.

Z.B


Ev nivîs 210833 car hatiye xwendin.