Hevdîtinên Cenevre yên ji bo Sûriyê destpêdikin
Tûra 8emîn ya hevdîtinên Cenevre ji bo Sûriyê destpêdike. Muxalifên Sûriyê dibêjin ku armanca wan daxistina serokê dewleta Sûriyê BeÅŸar Esed e û hêviya wan heye ku hevdîtinên Neteweyên Hevgirtî encamên baÅŸ bidin.
Di vê tûra hevdîtinê de, hêvî tê kirin ku li ser mijarên hukumeta demkî, qanûna esasî, hilbijartin û têkoÅŸîna bi terorê bên giftûgokirin. Muxalifên Sûriyê bi heyeta ku Nasir Harîrî serokatiya wê dike tevli hevdîtinan dibin. Berya hevdîtinan Nasir Harîrî civîneka çapemeniyê lidarxist û got hedefa wan ÅŸandina BeÅŸar Esed e.
Harîrî got ku ti ÅŸertekî wan tineye. Hedefa wan di destpêka pêvajoya buhirandinê de ew e ku BeÅŸar Esed bê ÅŸandin. Harîrî got ku Åžam, ji bo çareseriya siyasî asteng bike, taktîkên meÅŸxûlkirinê bikartîne.
Temsîlkarê Neteweyên Hevgirtî Stefan De Mîstûra jî ragihand ku potansiyeleka girîng heye bo destpêka pêvajoyeka siyasî ya ji dil.
Mistura got: "Di dîroka Neteweyên Hevgirtî de ji krîzên herî xerab yek ji wan, dibe ku bibe pêvajoyeka siyasî ya rast, ji bo ku ev potansiyel heye. Peymanên Astana û Ammanê yên ji bo rawestandina ÅŸer, lihevkirinan derxistin holê. Em dikarin temamê pêvajoyê ber bi encamekê de bibin.”
Dimastûra bang li terefan kir û got; bê ÅŸertan bidin pêÅŸ, bila werin ser masê rûnên.
Ev nivîs 210810 car hatiye xwendin.