Hevdîtina Grîng li Koşka Elyseeyê..
Wek tê çaverêkirin, îro wê hevdîtinek grîng li paytexta Fransa Parîse di nabeyna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li KoÅŸka Elysee pêk were.
Rojev diyare; rewÅŸa ku piÅŸtî referandumê peyda buye.
PaÅŸeroja Kurdistan, têkiliyên Hewlêr û Bexdayê dibin babetên herî grîng ya hevdîtina herdu aliyan.
Ji aliyê xwe ve Malpera Serokatiya Fransayê di derbareya hevdîtina îro de ragihandiye, ku îro Serokê Fransayê Macron li KoÅŸka Elyseeyê ligel ÅŸanda Kurdistanê bi serokatiya serokwezir Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê wî Qubad Talebanî hevdîtinek pêk tîne. Her weha wê daxwiyaniyek li ser encama Hevdîtinê were belavkirin.
Wek tê zanîn, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî tevî ÅŸandeka gel wî êvara înê gihîÅŸte Parîs. Di ÅŸanda Kurdistanê de Qubad Talebanî, Dr. Fuad Hisên û Berdevkê Hikûmeta Herêmê Sefîn Dizeyî cih digrin.
Fransa yek ji pênc endamên herdemî yê Encûmena AsayiÅŸa Navdewletî ye û dikare li ser asta civaka navdewletî rolek bêhempa bileyîze.
Ji aliyê din li Yekitiya Ewropa jî Fransa welatek bi bandore.
Lewma, ÅŸanda Hikumeta Kurdistanê di wî baweriyê de ye, ku Fransa dikare rolek taybet bibîne di çareserkirina problemên di heremê de. Fransa yek ji wan welatan e ku pêwendiyen baÅŸ ligel Kurdan diparêze.
M.E.
Ev nivîs 210812 car hatiye xwendin.