Hevdîtina Pûtîn û Erdogan bidawî bû
Serokdewletê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bi rêya telefonê bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî re li ser mijara Idlîb û Efrînê axivî. Operasyona Artêşa Tirk ya bi ser Efrînê de di roja 20an de jî berdewam dike. Vladimir Pûtin Serokdewletê Rûsyayê îro bi rêya telefonê bi Tayyip Erdogan re axivî.
Li gorî çavkaniyên serokomariyê herdû lîderan di axaftina xwe de Idlîb, Efrîn û pêşveçûnên dawî yên li Sûriyeyê nirxand. Erdogan derbarê operasyona leşkerî ya Efrînê de serokê rûsî agahdar kir û herdu serokan ji bo zîrweya duyemîn a Soçiyê li Stenbolê were lidarxistin li hev kir.
Ev nivîs 210812 car hatiye xwendin.