Heyder Ebadî ne amadeye 1 Dînar jî rêke Kurdistan...
Serokwezîrê hikûmeta Bexdayê Heyder Ebadî ne amadeye 1 Dinar jî rêke Kurdistan, jiber ku ew li hêviye, ku herêma Kurdistan hemu deriyên sinur û kontrola Frothegan radestê Bexdayê bike.
PeyamaKurd- Riza Şêx Dilêr, endamê firaksiyona YNK li parlamentoya Iraqê ragihand, ku serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî pilaneka metirsîdar dijiyê Herêma Kurdistan amade kiriye û ew di çarçeweya heman planê de ne amadeye 1 Dinar jî bo Kurdistanê rêbike.
Wek tê zanîn ev maweyek dirêje, ku mamosteyên Kurd li Silêmanî û Helepçe di nav tevgera boykotê da ne û eger ta 10 rojên din jî boykot berdewam be, wê xwendina ev sal betal be.
Riza Şêx Dilêr dibêje, ew wek parlamenterên Kurd li Bexdayê van gilî û gazindeyan dighênen serokwezîr Heyder Ebadî, lê ew ne amadeye 1 Dinar jî rêke Kurdistan, jiber ku ew li hêviye, ku Kurdistan hemu deriyên sinur û kontrola Frothegan radestê Bexdayê bike.
Ji aliyê din, Rêza şêx Dilêr bal dikşîne ser hewlên hinek partî û aliyên siyasi ên Kurd li Bexdayê, ên ku piştevaniya Ebadî dikin. Bernameya wan ew e, ku bi rênekirina muçe xelkê Kurdistanê bêzar bikin, da ku ew li dijêyê hikumeta Kurdistanê derkevin û bi vî hawayî statuya Kurdistanê bigorin û parezgehên Kurdistanê rasterast bi Bexdayê ve grêbidin.
Ev nivîs 210798 car hatiye xwendin.