Heyder Ebedî: Me bi Barzanî re li hev kiriye
Heyder Ebadî, Serokwezîrê Iraqê îdîa kir ku wî û Neçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di li Lutkeya Aborî ya Davosê de li hev kiriye.Heyder Ebadiyê Serokwezîrê Iraqê derheqê çareseriyên kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de , beyanatek da rojnameyeke Misrê û di beyanata xwe de got, "Beşeke ji kêşeyên kurd kêşeyeke dîrokî ye. Beriya yekbûna Iraqê mijara kurd kêşeya sereke ya hikûmetê bû lê niha kêşeyên wek neft û mûçeyên karmendan hene. Niha em li ser dixebitin ku van kêşeyên serek çareser bikin."
Ebadî sîstema rêveberiya Herêma Kurdistanê rexne kir û bi tohmetan got:”Birêveberiya Herêma Kurdistanê ne zelal e û herêm bi şêweyekî hizbî tê birêvebirin.”
Ebadî her wiha derbirî wan li Davosê bi Neçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re li hev kiriye ku li ser nexşerêyekê gihiştine encamê. Û got:”Hêvî dikim qerarên me dê bi awayekî rêkûpêk bicih bên.”
Ev nivîs 210813 car hatiye xwendin.