Hikûmeta Ebadî navê herêma Kurdistanê guhert
Dijminatîya hikûmeta Heyder Ebadî ya li hember Kurd û Kurdistanê didome û avê li destê hikûmeta Nûrî Malikî dike. Çawa ku Erdogan di destpêkê de bi dostanî nêzîkî Kurdan bû, piÅŸtgirîyek mezin ji Kurdan stend û piÅŸtî bû desthilatdar dest bi dijminatîya Kurdan kir, heman kiryarê îro Heyder Ebadî û hikûmeta wî dike.
Heyder Ebadî û hikûmeta wî dek û dolabên ewqas kirêt li serê Kurdan digerînin ku dûrî aqila ye. PIÅŸtî kêmkirina butçeya herêma Kurdistanê, îcar jî dixwaze navê herêma Kurdistanê biguherîne û bike „Hikûmeta Bajarên Kurdistanê“. Bi vî awayî dixwaze Kurdistanê ji herêmek erdnîgarî derxe, têkilî û girêdana Kurdistanê bi xak û netewê re nehêle, naveroka Kurdistanê vala bike û Kurdistanê tenê di bajaran de teng û asê bike.
Li gor parlamenterê PDK yê parlamentoya Iraqê EÅŸwaq Caf daye zanîn, hikûmeta Ebadî di reÅŸbeleka butçeya 2018an de navê „Herêma Kurdistanê“ guhertîye û kiriye„Hikûmeta Bajarên Kurdistanê“. Bi vî awayî dixwaze butçeya herêma Kurdistanê li gor ÅŸênîyên bajarên Kurdistanê belav bike. Bi gotinek din, Ebadî û hikûmeta wî dixwazin heta ji wan bê butçeya herêma Kurdistanê kêmtir bikin û li gor hejmara ÅŸênîyên bajaran butçeyê belav bike.
Ji alîyê din, EÅŸwaq Caf daye zanîn ku Wezareta Bergirîya Iraqê cardin ji bo HaÅŸdî Åžabiî û îxtîxbarata Iraqê butçeyek mezin veqetandiye, lê ji bo hêzên pêÅŸmergeyên Kurdistanê qet butçeyek neveqetandiye.
Di van kiryar û helwestên Heyder Ebadî û hikûmeta wî de jî dixuye ku tu nêta Ebadî û hikûmeta wî tuneye ku pirsgirêkên xwe û Kurdistanê çareser bikin û ji derveyî nakokî, alozî û ÅŸer pêve tu rêyek din danaynin ber Kurdan.
Z.B
Ev nivîs 210833 car hatiye xwendin.