Hikumeta Kurdistanê bersiva Ebadî da

Sebaret bi mûçe û budçeya herêma Kurdistanê, hikumeta Kurdistanê bersiva Ebadî da û jê daxwaz kir ku, budçeya herêma Kurdistanê neyê kêmkirin. Ji aliyê din, hikumeta Kurdistanê destnîÅŸan kir ku, pêwendiyên rasterast digel parêzgehan encam ne din.

Hikumeta herêma Kurdistanê pêÅŸewazî li pêÅŸneyarên Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dike û derbarê cîbecîkirina mûçeyên fermanberên herêma Kurdistanê eÅŸkere kir. Heman demê de amadebûna xwe derbirî ji bo her pêwîstî û daxwaziyekî din alîkarî pêÅŸkêÅŸ kir.

Hikumeta herêma Kurdistanê 5 xalan de rexne li karên hikumeta Iraqê digre, di derbarê amadekirina budceyê, ku bê amadebuniya hikumeta Kurdistanê hatiye amadekirin û daxwaz ji Ebadî dike ku neyê pesend kirin.

5 xalên ku ji aliyê hikumeta Iraqê hatine pêÅŸneyarkirin;

1- Ji bo yekem car piÅŸtî sala 2003an, di reÅŸnivîsa yasayê de destewajeya Destûrî  "herêma Kurdistanê - Iraq" parêzgehên ser bi herêma kurdistanê ve hatiye bikaranîn, ev jî binpêkirineke diyar e ji birgeya yekem di maddeya 117 an de, û birgeya yekem di maddeya 121an a Destûrê, ku li herêma Kurdistanê û desthilatên wê mûkir tê. Wek herêmek federal û mafên peydakirina desthilatên yasadanan û bicîkirin û dadwerî ji bo herêma Kurdistanê hatine dayîn, ne wek parêzgeh.

2- Kêmkirina beÅŸê budceya herêma Kurdistanê ji bo cara yekem ji piÅŸtî sala 2005an ve, ji rêjeya 17 % ji bo rêjeya 12%. Ev jî binpêkirinek birgeya sêyem di maddeya 121an a Destûrê ye, ku pêwîst e li ser hikumeta federal piÅŸkînînek dadperwerî ji dahatên federalî ji bo herêma Kurdistanê terxan bike. Ew jî li gor hejmara rûniÅŸtvanên herêmê, ku heta niha li Iraqê serjimêrî nehatiye kirin. Bi rêkeftina her dû aliyan, rêjeya rûniÅŸtvanên herêma Kurdistanê 17%ê ji rûniÅŸtvanên Iraqê hatiye diyarkirin. Her li ser vê binemayê jî, her sal di yasayan de budceya Iraqê hatiye çespandin, tevî ku tu salek herêma Kurdistanê ev rêjeye wernegirtiye, ji ber zêdebûna berçav a xerciyên siyadî, bi bê ku tu rolek herêmê di wan xerciyan de hebe, yan beÅŸê xwe wergirtibe. Ji ber wê yekê jî, kêmkirina piÅŸka herêma Kurdistanê tu binemayek destûrî nî ne , û ji derveyî wê rêkeftina hevbeÅŸ e ku, hatiye encam dan.

3- Dayîna desthilata rasterast ji bo parêzgehên herêma Kurdistanê di yasaya budceya federal û peywendîkirin digel parêzgehên herêma Kurdistanê wek parêzgeh ne wek herêm, berovajî birgeya yekem ya maddeya 117 an û birgeya yekem ya maddeya 121 ya Destûrê û peywendîkirin digel herêma Kurdistanê, wek her parêzgehek din a Iraqê ne wek herêmeke federal, ku ligorî desturê Iraqê bi xwe lê mûkir hatiye, binpêkirina Destûrê ye.

4- Birgeya çar di maddeya 126an a Destûrê, rê nade desthilatên destûrî yên herêma Kurdistanê ji alî desthilatên federalî ve bên kêmkirin yan sînorkirin, û destûrê rê jî li ber hemwarkirina destûrê girtiye, ku desthilatên herêma kurdistanê kêm bike.

5- Tevî dûbarebûn a kêmûkuriyan her salên di borî de, di reÅŸnivîsa yasaya budceya federalî ya sala 2018an de, niha ev xalên cewherî yên nedestûrî ku li serê amaje pê hatine kirin, hatine zêdekirin.

Ji ber rûnkirina wan maddeyên Destûrî yên serê, bi taybetî jî birêz Ebadî bi berdewamî di gotarên xwe de amaje bi serweriya Destûra Iraqê û ziyangihandin bi welatiyên herêma Kurdistanê dike, daxwaz ji Civata wezîrên Iraqa federal dikin, bi vekirina deriyê danûstandinan digel Civata wezîrên herêma Kurdistanê, ji bo danîna reÅŸnivîsekî yasaya budceya federal li ser binemaya Destûr û dabînkirina piÅŸka dadperwerane ya herêma Kurdistanê.

M.E


Ev nivîs 210879 car hatiye xwendin.