Hinek belgeyên Usame Bîn Ladîn hatin weşandin
CIA ya Amerîka, 470 hezar belgeyên ku di mala Usame Bîn Ladîn de, li Pakistanê bidest xistibû, bi raya giÅŸtî re parvekir. Bûyera kuÅŸtina Bîn Ladîn di sala 2011an de çêbû. Di wê demê de belgeyên di mala Bîn Ladîn de, bidestketin ji wan 470 hezar bi raya giÅŸtî re ji aliyê CIA ye de hatin belavkirin.
Li gor agahiyên ku ji CIA ye hatine dayîn, dîrektorê CIA yê Mike Pompeo ferman kiriye ji bo "ÅŸeffafiyê û raya giÅŸtî karibe di derheqê mezinê El Qaîde de bibe xwedî agahî”, belgeyan bi raya giÅŸtî re parve bikin.
Hinek ji belgeyan di adara 2015an de, di adara 2016an û di sersala 2017an de hatibûn belavkirin. Belge ji deng, wêne, belge, dîmen û nivîsan pêk tên. Kes nikare li ser belgeyan bileyîze. Dosyayeka ji wan, di nav de notên rojane yên Ladîn hene. Ev dosya bi temamî 180 hezar belge ne. Tê de axaftinên praktîkî, qeydiyên deng ku ji aliyê rêxistinê de hatine qeydkirin, wêne û 79 hezar deng û dîmen hene.
Dîmenên kurê Bîn Ladîn, Hamza Bîn Ladîn yên xortaniya wî, axaftinên Bîn Ladîn, 10 hezar dîmenên axaftina Ladîn û propogada ya El Qaîde hene. Di nav dosyayan de agahiyên nakokiyên di navbera El Qaîde de, amadekariyên 10 emîn salvegera êrîÅŸên 11 ê eylûlê, stratejiya rêxistinê ya di derbarê Bahara Ereb de, hene.
Hinek belgeyên ku wê asayîÅŸa welat tehdît bike, weka materyalên xesas û tiÅŸtên mafê parastinê di wan de hene, materyalên ku di wan de pornografîk tiÅŸt hene û materyalên ku vîrus tê de hene, dosyayên xerabe an ên kopyayên wan cotin, bi raya giÅŸtî re nehatine parvekirin.
Ev nivîs 210861 car hatiye xwendin.