HSD û Artêşa Sûriye li hev kir
Mijara lihevkirina HSD û Rêveberiya Şamê ku ev demeke dirêj e di medyayê de cih digire aşkere bû. Hat ragihandin ku HSD bi Rêveberiya Şamê re li hev kir û dê Artêşa Sûreyeyê derbasî Efrînê bibe.
Operasyona Tirkiye ya bi ser Efrînê de berdewam dike û hevdîtinên di navbera HSD û Artêşa Sûriye de jî ev demeke dirêj e di medya de dihate guftigokirin ku HSD dixwest Artêşa Sûriye li Efrînê pişgriya wan bike.
Li gorî nûçeya Reutersê ku agahiyên berdestê xwe dispêre beyanatên Nûnerê Birêveberiya Efrînê Bedran Çiya, Hevdîtinên di navbera YPGê û Artêşa Sûriye bidawî bûne û herdû alî gihiştine encamekê.
Çiya ji Reutersê re ragihand ku di çarçoveya hevpeymanê dê hin yekîneyên girêdayî Artêşa Sûriyeyê di nava dû rojan de derbasî Efrînê bibin.
Ev nivîs 210804 car hatiye xwendin.