„Hun Kurdin û me narehet dikin, em we li vir naxwazin!“

PeyamaKurd- Bi gor nûçeya ku li MA hatiye belavkirin, li bajarokê Altindag, li gereka Karpapurçek ku ser bi Ankara ye, di avahiyek inşaatê de 2 bira bi navên Hacî Çelik (30) û Îsrafil Çelik (45) rastî êrişek nijadperestî hatine.

Berî êrişê herdu bira hatine îkazkirin, da ew dema xebata xwe de nebin sedema toz û duman. Li ser ev, herdu birayên karker karê xwe bikaranîna av berdewam kirine. Lê dîsa jî, ji bînayê cîran 3 kes, yek ji wan jin, hêrişê herdu birayan kirine. Piştre, grubek 20 kesî ji derdora gereka navbirî, bi sloganên nijadperestî tev li hêrişê bune

Hêrişker ji karkerên Kurdan re gotine, „Hun Kurdin û me narehet dikin, em we li vir naxwazin!

Di hêrişê de, çend nefer Hacî Çelîk ji qata 5an davêjin xwar. Şans ê Hacî heye ku ew dikeve balkona jêrîn, lê dîsa jî bi granî brîndar dibe û nuha li nexweşxaneya Dış Kapı di bin çavdêriya tendûristiyê da ye. Brîna birayê din Îsrafil Çelik bi hewcedariya mana nexweşxaneyê nebu.


Ev nivîs 210762 car hatiye xwendin.