Îbrahîm El Caferî li Moskowayê berberiya Amerikayê kir..

PeyamaKurd- Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm El Caferî di preskonferansa li Moskowayê ragihand ku ew hebuna hêzên Amerkayê li Iraq qebul nakin, jiber ku ev serweriya Iraqê binpê dike.

Di berdewamiya axaftina xwe de Ceferî got, „Çênabe, ku Amerika binkeyên leşkerî li Iraq ava bike û herdem li Iraqê bimîne. Em vê wek binpêkirina serweriya Iraqê dibînin. Me ji Amerikayê alîkarî xwestibu, lê divê alîkariya wan nebe sedema çêkirina binkeyên leşkerî di welatê me de. Min ev rastiya hanê di axaftina xwe ya di sala 2014 de li Encûmena Asayişa Navdewletî bi Gotarek pêşkêş kiribu. Eva hanê jibona serweriya Iraqê gelek grînge.“ 

Ji daxwiyaniya Îbrahîm El Caferî diyar dibe ku Hevbendiya Rusya, Tirkiyê û Iranê berfireh dibe. Yan jî bi gotinekî din; Rusya, Tirkiyê û Îran hewl didin ku Amerikayê ji Iraqê durbixin.

Ji xwe ev stratejiya Îranê ya bi salane. Nuha Rusya û Tirkiye jî tev li ev stratejiya Îranê bun.

Wek tê zanîn berî çend rojan, serokerkanê Tirkiyê Hulusî Akar seredana Bexdayê kiribu.


Ev nivîs 210795 car hatiye xwendin.