Îdîaya Artêşa Şamê bikeve Efrînê
Hat îdiakirin ku dê Artêşa Sûriyê bikeve Efrînê û tevli YPGê dê li dijî hêzên Artêşa Azad û Tirkiye şer bike.
Xwediyê îdîayê televizyona Mayedeenê ya li Libnanê weşana xwe dike ye. Televizyona Mayedanê agahiyên li ber destê xwe sipart ‘çavkaniyek xwedî agahî’ û îdîa kir ku hêzên kurd û Şamê lihev kirine ku dê Artêşa Sûriye derbasî Efrînê bibe. Di nûçeyê de hat ragihandin ku armanca xweparastina dijî Tirkiye ye.
Lê di vê navberê de çavkaniyek ku ji Russia Today yê re beyanat daye, ragihand ku kurdan ji Sûriye pişgrî xwestiye, lê Şamê xwestiye ku YPGê çekên xwe radestî rejîmê bike. Ji ber ku YPG vê daxwaziyê bicih neaniye, Şam jî daxwaziya ketina Efrînê red kiriye.
Ev nivîs 210824 car hatiye xwendin.