‘Îhtîmal nîn e ku Tirkiye çekên kîmyewî bikar anîbe’
Desthilatdarekî amerîkî ragihand ku ew îhtimal tune ye ku Tirkiye li Efrînê çekên kîmyewî bikar anîbe. Ajansa Nûçeyan a Associated Press ku derheqê mijarê de beyanatek ya desthilatdarekî amerîkî weşand, ragihand ku desthilatdarê amerîkî dibêje: “Pêşketinên li Efrînê em ji nêzîk ve teqîp dikin. Lêkolînên me jî hene, lê em nikarin vê agahiya di medya de cih girtiye piştrast bikin. Tu delîl tune ne. Ew îhtimal jî tune ye ku Tirkiye çekên kîmyewî li Efrînê bikar anîbe.”
Hêjayî bibîrxistinê ye beriya dû rojan ji aliyê SANAya ajansa dewletê ya Sûriye ve nûçeyek hatibû belavkirin û dezgeha ragihandinê nûçeya xwe sipartibû Çavdêrxaneya Mafên Mirovan a Sûriyeyê. Di vê nûçeyê de dihat îdîakirin Tirkiye li Efrînê çekên kîmyewî bikar anîne 6 sivîl birîndar bûne.
Ev nivîs 210809 car hatiye xwendin.