Independente: Tirkiye bi DAIŞê êrîşê Efrînê dike

Operasyon û helwesta dagirkirina Tirkiyeyê li Efrînê îro kete 20mîn roja xwe. Her roja ku di ser vê êrîşê de derbas dibe qurbanî û wundayiyên Tirkiyeyê zêde dibin. Li aliyekî kurdên li Ewropa û hemû cîhanê dijîn li hember vê helwesta Tirkiyeyê karê dîplomasiyê birêve dibin. Li aliyê dinê jî şer her diçe xurt dibe. Di berdewamiya vê operasyon û helwestê da çendîn îdîa jî derketin holê. Beriya çend rojan Rojnameya Hurriyetê ya Tirkiyeyê îddîa kiribû ku di vî şerî de çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Îro jî îddîayek ji Rojnameya Independentê hat ku di nûçeya xwe de îdîa kir, Tirkiye çekdarên DAIŞê yên berê ji bo operasyona Efrînê tevlî Artêşa Azad a Sûriyeyê (ASA) dike.

Rojnameya Independenta îngîlî îro di nûçeya xwe de îdîa dike ku Tirkiye çekdarên DAIŞê yên berê ji bo şerê Efrînê tevlî Artêşa Azad a Sûriyeyê (ASA) dike. Endamekî DAIŞê yê berê bi navê Farac di axaftina xwe ya Independentê de dibêje: "Çekdarên ku li Efrînê şerê YPGê dikin piraniya wan endamên DAIŞê ne, Tirkiye ew perwerde kirin û taktîka wan a şer guherand."

Li gor agahiyên Farac, fermandarên ku endamên DAIŞê perwerde dikin ji bo hevkariya Tirkiye û DAIŞê dernekeve holê taktîkên xwekujî û wesayîtên bi bombe qedexe kirin. Li gor zanyariyan, derdora 10 hezar çekdarên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) tevlî operasyona Efrînê bûne.


Ev nivîs 210800 car hatiye xwendin.