?Îran Penaberan rê dike şere parastina Beşar Esed

PeyamaKurd- Fatîmiyun pêkhateyekî Afganî ne û li nav axa Îran de penaberin. Komara îslamî wan di şerê Suriyê de jibo parastina rejîma Beşar Esed bikar tîne. Nuha jî sipay pasdaran hewl dide ku hemwelatiyên Afganî bi şêweyek berfirewantir bixe nav vê Lîwayê.

Hikumeta Afanîstan jî di derbareya vê piroseyê de metirsiyên xwe eşkere kiriye û ragihandiye; “Nabê hestên birçîbunî ya Afganiyan were bikar anîn jibo ku ew li Suriyê neçarê şerkirinê bibin.“ Herweha hikumeta Kabul bi şêweyekî daxwaza belavkirina Lîwaya Fatîmiyun kiriye.

Hêjayê gotinê ye, ku demên şerê 8 salan di navbera Iraq û Îran de jî komara îslamî Afganiyan bikar dihanî. Ev penaber dema şerê navxweyî li Afganistan û dema şerê Îraq - Îran de welatê xwe bicih hiştine û li Îran niştecî bûne.


Ev nivîs 210738 car hatiye xwendin.