Iraqê êrîşên ser Efrînê şermezar kir
Li ser navê Iraqê Wezîrê Karên Derve Îbrahîm El Ceferî operasyona Tirkiye ya li ser Efrînê şermezar kir.
Caferî ji ser malpera xwe ya taybet daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniya xwe de got: "Em destewerdana Tirkiyeyê ya li herêma Efrînê şermezar dikin. Bê çawa em destwerdana Başîqayê qebûl nakin em destwerdana her welatekî di karûbarên welatekî din de red dikin."
Îbrahîm El Ceferî her wiha dibêje: "Divê hikûmeta Sûriyeyê ji bo yekîtî û aramiyê hewldanên xwe berdewam bike."Operasyona Artêşa Tirk ji 20ê Rebendanê li û vê de li dijî Efrînê berdewam dike.
Ev nivîs 210818 car hatiye xwendin.