Iraq dest danî ser pereyên nefta Kurdistanê

Seîd Hedîsî, Berdevkê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, ragihand ku wek Iraqê çênabe ew pereyên neftê yên kompaniyên bi Herêma Kurdistanê re kar kirine bidin. Hedîsî wek hincet jî got:”Divê kompanyayên neftê rast e rast bi Iraqê re bixebitin.”

Piştî ku Herêma Kurdistanê biryar da kerta neftê radestî hikûmeta navendî ya Iraqê bike Iraqê dest danî ser mûçeyên Herêma Kurdistanê.

Daxuyaniya Hedîsî di medya Iraqê de cih girt û li gorî vê daxuyaniyê hikûmeta Iraqê baweriya xwe bi wan kompanyayên bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re kar kirine nayne. Her wiha Iraq ragihand dema ku petrola Kurdistanê bikeve bin kontrola hikûmeta navendî, dê Bexda dê pereyên kompanyayên bi Hikûmetê a Herêma Kurdistanê re kar kirine jî bi rêk ûpêk bide.

 

 


Ev nivîs 210808 car hatiye xwendin.