Îraq: Helebce ne parêzgeh e
Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Îraqê di lîsteya dabeşkirina kursiyên hilbijartinên parlamentoyê de, Helebce wek qezaya Silêmaniyê nîşan da û parêzgehbûna wê qebûl nekir.
Her ku 31ê meha 12an a 2013an Desteya Wezîrên Îraqê bi piraniya dengan parêzgehbûna Helebceyê pesend kiribû û 13ê meha 3yan a 2014an jî parlamentoya Iraqê wek parêzgeha 19emîn a Îraqê biryar îmze kiribû jî di lîsteya dabeşkirina parlamenteran de navê Helebce nehat danîn û wek navçeya Silêmaniyê hatiye hesabkirin.
Li gor lîsteya hilbijartinan a hatiye belavkirin, Helebce wek navçeya Silêmaniyê hatiye nîşandan û digel ku kursiyên 18 parêzgehên Îraqê hatine dabeşkirin, kursiyên Helebceyê nehatine dabeşkirin.
Dê di hilbijartinên 12ê Gulana 2018an a Îraqê de, kursiyên parlamentoyê yên parêzgeha Silêmaniyê wekî berî 18 bin û bêyî zêdekirinê Helebce jî li ser bê hesabkirin.
Ev nivîs 210806 car hatiye xwendin.