Iraq ji Tirkiyê îzna petrolê dixwaze

Dewleta Tirkiyê berê bi Rêvebiriya Herêma Kurdistanê re ji bo Kurd petrola Kerkûkê îxrac bikin, peyman îmze kiribû. Niha hukumeta Iraqê ji bo dewra kontrola peymana petrola Kerkûkê ji Tirkiyê îznê dixwaze.

Daxwaz ji aliyê ‘ÅŸîrketa fermî ya bazarkirina petrolê’ ji aliyê SOMO ve hat kirin. SOMO her weha ragihand ku hevdîtinên navbera Iraqê û Rêvebiriya Herêma Kurdistanê li ser vê mijarê dewam dikin. Eger her sê alî li hev bikin, wê petrola Kerkûkê di ser xeta Kerkûk-Ceyhanê de here Îskenderûnê.

Xeta petrolê di ser Kurdistanê de derbas dibe û petrol jî ya herêma Kurdistanê ye. Eger Iraq bi Kurda re li hev neke, wê ev daxwaza wan nê cî. Welew Tirkiye îzin bide jî. Ji ber di peymanê de aliyek jê Rêvebiriya Herêma Kurdistanê ye.


Ev nivîs 210867 car hatiye xwendin.