Îro Îran, Rusya û Tirkiye li Soçî dicivin

PeyamaKurd - Îro hersê welatên ku bi welatên garantor di krîza Sûriyê de tên naskirin, wate Rûsya, Îran û Tirkiye li bajarê Soçî yê Rûsyayê dicivin, û dawî rewşa kirîza Sûriyê û geşedanên li wî welatî gotûbêj dikin.

Şirovekarên siyasî yên Rûsî di wê baweriyê de ne, ku dê ev civîn ne weke civînên berê bin, û dê biryarên giring di wê civînê de bêne ragihandin.

Hêjayî gotinêye di heman demê de îro li Warşo civîna wezîrên karê derve û nûnerên 60 welata tê li darxistin û li gurî parêzerê Trump û Binyamîn Netenyahu gotîn wê mijara sereke ya vê civînê yek jî rewşa Îran û destê werdanên wê yê li herêmê de û piştgirî dana wê ya terorê ku nahêle li rojhilata navîn  istiqrar çêbibe bên gotubêj kirin

Her wiha berî civîna Warşo serokwezîrê Îsraîl Binyamîn Netenyahu gotibû emê îran ji Surî derxin!


Ev nivîs 210721 car hatiye xwendin.