'Îsraîlê êrîşê Şamê kir'

Televîzyona dewletê ya Sûriyeyê (SANA) di nûçeyeke xwe de ragihand ku bi moşekan êrişî navendeke lêkolîn a li nêzî Şama paytextê Sûriyeyê bû kiriye.

Di nûçeyê de tê gotin ku li herêma ku êriş pêk hatiye dengê 3 teqînan hat bihîstin. Li gor nûçeyê, sîstema parastina hewayî ya Sûriyeyê jî bersiva moşekên Îsraîlê daye. Di beyanatek ya berpirsekî Sûriyeyê ya bo ajanseke almanî jî tê gotin ku: "Sîstema parastina hewayî ya Sûriyeyê bi şêweyekî serkeftî bersiva moşekan Îsraîlê da."

Sûriye ragihand ku, moşekên îsraîlî berî ku bigihijîn hedefe ji aliyê sîstema Sûriyeyê ve hatine îmhakirin.