Israîl û Rûsya derheqê Sûriye de peyivîn
Serokdewletê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu re bi rêya telefonê axivîn. Herdû lîderan pevvûnên hewayî yên duhî yên di navbera Sûriye û Israîlê de guftigo kir.
Ji aliyê Ofîsa ragihandina Kremlînê ve hat ragihandin ku di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu bi rêya telefone bi hev re peyivîne. Di vê hevdîtinê de ‘rewşa êrîşên hêzên hewayî yên Îsraîlê li dijî Sûriyeyê'hate gotûbêjkirin.Aliyê rûsî banga sikûnetê kir û eşkere kir ku dive hemû alî ji gavên bo herêmê bi talûkê bi dûr bisekinin da ku rakêşiya li vê herêmê zêdetir nebe.”
Ev nivîs 210825 car hatiye xwendin.