Jan Kubis: Divê firokexaneyên Kurdistanê vebin

Nûnerê taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê Jan Kubis da xûyakirin ku; pêwîste firokexaneyên Kurdistanê vebin û hikûmeta Iraqê jî miaşên karmendan bide.

Kubis di civîna Encûmena Asayîşa Navdewletî de, ku taybet li ser Iraqê bû, ragihand: Guftûgoyên di navbera Hewlêr û Bexdayê pêşve çûne. Vekirina firokexaneyên Kurdistanê û dayîna mûçeyên karmendan karekî pêwîst e.”

 Kubis di berdewama axaftina xwe de diyar kir, ku pêwîtiya Iraqê bi hevkariya berdewamî heye û derbarê koçberan jî de wiha got:

 “Li Iraqê zêdetirî 2 milyon kesan koçber bûne. Pêwîste herêmên wan werin avakirin û ew vegerin malên xwe.”

Nûnerî taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê da zanîn, ku ew ji nêzîk ve proseya hilbijartinên Iraqê dişopînin.

 Hêjayê gotinê ye, ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî duh di gotara xwe ya heftane de ragihand, ku eger Herêma Kurdistanê şert û mercên Bexdayê pêk neyne heta 10 salên din jî firokexane venabin.


Ev nivîs 210807 car hatiye xwendin.