'Ji ber xaza kîmyewî 6 kes birîndar bû'
Ajansa Dewletê ya Sûriyê SANAyê ragihand ku li Efrînê bi ser xelkê sivîl de xaza kîmyewî hatiye reşandin ji ber vê xazê 6 sivîl birîndar bûne.
Li gorî ragihandina dezgehên medyayê bûyer li gundê Mizeynê yê navçeya Hedîdê ya bi ser Efrînê de çêbûye. Rêveberê nexweşxaneya Efrînê Ciwan Mihemed jî ji ser hesaba xwe ya twîtterê ragihand ku 6 sivîl birîndar hatine nexwşxaneyê û li ser wan bandora gaza kîmyewî hebûye.
hat ragihandin ku rewşa du birîndaran giran e û tedawiya birîndarên din jî berdewam dike. Di medya erebî de jî dîmenên sivîlên ku bandora gaza kîmyewî li ser wan bûye hatin weşandin.
Ev nivîs 210802 car hatiye xwendin.