Ji bo hevseroka HDPê biryara desteserkirinê

Ajansa Anadoluyê ragihand ku derbarê Hevseroka HDPê Serpil Kemalbay de biryara desteserkirinê hatiye dayîn.

Li gor zanyariyên li ber dest Kemalbay ji ber ku heftiya derbas bû di kongreya jinan a HDPê de li hemberî operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê derketiye sedema desteserkirina wê ye.


Ev nivîs 210798 car hatiye xwendin.