Ji bo Kurdistanê 80 projeyên nû hat amadekirin
Hat ragihandin ku ji bo Hewlêrê 80 projeyên nû yên hene li gorî agahiyên ku hatine ragihandin di konferansa Kuweytê de komîsyona netewî ya razemendiye ji bo ku ragihîne kongreyê 212 projeyên cuda amade kir. Ji vana 80 jê ji bo Herêma Kurdistanê ye.
Li gorî nûçeya Rûdawê Peywirdarê Karên Malî û Hiqûqî yê Herêma Kurdistanê Mûhlis Selim Murad ragihand ku di konferansa Kuweytê de 143 desthilatdarên aboriyê û ji 70 welatên cîhanê 850 kompanyayên cuda cih girtin.
Di vê konferansê de projeyên jinûveavakirina Iraqê jî hatin guftigokirin. Di vê konferansê de ji aliyê Iraqê ve 212 projeyên cûda ji bo jinûveavakirina Iraqê hatin ragihandin Iraqê ji bo pêwistiya van projeyan 100 milyar dolar daxwaz kiribû.
80 projeyên ku ji hatin pêşkeşkirin de mijarên avahî, neft, peywendî, av tenduristî, paqijî cih digirin.
Ev nivîs 210807 car hatiye xwendin.