Ji bo misilmanan got: Sedî sed ne insan in

Wekîlê Partîya Demokrat ê Parlamentoya Swêdê Martîn Strîd, di televizyona dewleta Swêdê SVT de beÅŸdarî bernameya “Forum” bû û li dijî misilmanan axivî.

Martîn Strîd û partîya wî Partîya Demokrat, bi siyaseta xwe ya li dijî koçber û penaberan tên naskirin. Bi taybet jî siyaset û polîtîka xwe li dijî misilmanan dimeÅŸînin.

Martîn Strîd, di dernameya “Forum” de gotinek wisa jib o misilmanan bi kar anî ku rojeva Swêdê serûbinê hev kir.

Martîn Strîd, di axavtina xwe de ji bo misilmanan got “sedî sed ne insan in” û dijminatîya xwe ya li hember misilmanan dîsa dupat kir.

Martîn Strîd, bi van gotinên xwe xwest bêje ku misilman hîna neketine pêvajoya insanetîyê û dewra lawirtîyê xilas nekirine.

Ev gotinên Strîd, di civaka Swêdê û bi taybet jî di nav misilmanên Swêdê de raserî nerazîbûn û protestoyan hat. Herweha partîyên siyasî yên Swêdî jî nerazîbûna xwe nîÅŸan dan û gotinên Strîd çermezar kirin.

Z.B


Ev nivîs 210827 car hatiye xwendin.