Ji daxwiyaniya Konsolosê Îranê aşkere dibe ku Îran rêgir dibu...

Konsolosê Îranê ji bajarê Silêmaniyê radighêne, ku ambargoya li ser Frotgehên Kurdistanê tê hilweşandin û wê seferên ezmanî bêne destpêkirin.

Konsolosê Îranê li Silêmaniyê Saidullah Mesudiyan ji çapemeniyê re got, ku jibo vekirina Frotgehên herêma Kurdistanê ji derveyê hinek problemên teknîkî tu astengî nemane.

Herweha konsolosê Îranê di axaftina xwe de dibêje, wî ji berpirsên payebilind ji Bexdayê bihistiye, ku frotgehên navnetwewî li Hewlêr û Silêmaniyê demek kûrt de dest bi geştên xwe bikin.


Ev nivîs 210788 car hatiye xwendin.