Ji NYê bo Israil û Sûriyeyê banga aramiyê

Antonio Gutteres Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî NY piştî krîza di navbera Israîl û Sûriye de bangî desthilatdarên herdû aliyan kir û xwest ku rageşiya di navbera herdû welatan de kêm bikin.

Li gorî nûçeya AFPê ku nûçeya xwe dispêre Peyvdarê Serokê NYê Stephane Dujarric û cih dide peyvên wî. Dujarric wiha dibêje:”Guterres bi nîgeranî li wê rageşiya leşkerî ya ku li ser sînorê Sûriyeyê diqewime dinere û bangî hemû aliyan kiriye ku bê merc rageşiyê kêm bikin.”

Dewleta Israîlê duhî ragihandibû ku navgîneke hewayî ya bêmirov ya leşkerî ya îranê ketiye qada wan a hewayî û wan jî lê da ye.

Her wiha Sûriyeyê jî ragihandibû ku wan jî balafireke şerî ya Israilê xistiye ku qada Sûriyeyê ya hewayî bin pê kiriye û Israîlê jî ev agahî piştrast kiribû.

 


Ev nivîs 210802 car hatiye xwendin.