Ji pêşmergetiyê ber bi pêşmergetiyê ve
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî daxwaza dirêjnekirina dema seroktiya xwe ji Parlamentoya Kurdistanê kir û deshilatdariya wî ya serokatiya Herêma Kurdistanê bi projeyasayeke bi ser Serokatiya Parlamento, Hikûmeta Kurdistanê û Encumena Bilinda Dadwerî ve hat dabeÅŸkirin. Barzanî got, “Ez jî weke Mesûd Barzanî yê pêÅŸmerge, di nava cemawerê gelê me û pêÅŸmergeyên ezîz de li ser xebat û têkoÅŸîna ji bo destxistina mafên rewayên gelê me û berevanîkirina di ber destkevtên milletê me de berdewam dibim.”
Parlamentoya Kurdistanê roja yekÅŸemî 29ê Cotmeha 2017ê bi amadebûna parlamenterên PDK, YNK, Tevgera Goran, Yekgirtû û Komela Îslamî û partî û lîsteyên din projeyasaya dabeÅŸkirina desthilatên Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser saziyên giÅŸtî yên Herêma Kurdistanê bi dengê 70 parlamenteran pesend kirin.
Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ragihand ku Mesûd Barzanî her pêÅŸmergeyê Kurdistanê ye û dê di xizmeta Kurdistanê de berdewam be û weke pêÅŸmergeyekê dê li gel pêÅŸmerge be û bila gelê Kurdistanê piÅŸtrast bin heta serkevtina yekcarî dê tevî gel û milletê xwe berev serkevtinê berdewam be.
Serokê Fraksyona PDKê li parlamentoya Kurdistanê Umêd XoÅŸnaw diyar kir ku Barzanî dê bo bidestxistina 3 armancan li ser xebata xwe berdewam be û ew 3 armanc wiha rêz kir:
“Serok Mesûd Barzanî her pêÅŸmergeyê Kurdistanê ye û dê tevahiya demê xwe bo çeperan û xizmeta pêÅŸmerge û îrade û morala pêÅŸmerge terxan bike.
Serok li ser dijatîkirin û ÅŸerê tundrewî û terorê rijdtir û germûgurtir dibe, heta welateke aram û dûr ji terorê û hizra tundrewiyê were avakirin.
Ji bo pêÅŸxistina demokrasiyê li Kurdistanê û qahîmkirina pêgehên demokrasiyê û berevanîkirina di ber destkevtên gelê me û man û pêÅŸvebirina dezgehên rewa yên Kurdistanê, serok berdewam e û dê berdewam be.”
Hilbijartin hatin paÅŸxistin
Biryar bû roja 1ê Mijdara 2017ê hilbijartinên Serokatiya Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Kurdistanê bihata kirin. Lê Parlamentoya Kurdistanê di rûniÅŸtina roja (24-10-2017) de biryar da hilbijartinên parlamento û yên serokatiya herêmê piÅŸtî 8 mehên din were kirin. Li gorî biryara nû dê hilbijartin di meha Hezîrana 2018ê de werin encamdan.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî nameyek ji Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê re ÅŸande û têde ragihand: “Di derbarê posta Serokê Herêma Kurdistanê, piÅŸtî 01.11.2017 berdewambûna xwe ya li wê postê red dikim û nabe ku yasaya Serokatiyê bihê guhertan an temenê Serokatiya Herêma Kurdistanê bihê dirêjkirin. Pêwîst e bi zûtirîn dem kom bibin ji bo ku valahiyeke siyasî di erk û desthilatên Serokê Herêma Kurdistanê de çê nebe û ev babet bihê çareserkirin.
Ez jî weke Mesûd Barzanî yê pêÅŸmerge, di nava cemawerê gelê me û pêÅŸmergeyên ezîz de li ser xebat û têkoÅŸîna ji bo destxistina mafên rewayên gelê me û berevanîkirina di ber destkevtên milletê me de berdewam dibim.”
YNK: Biryara Barzanî dirist e
Cîgirê Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Kurdistanê Dilêr Mawetî ji Rûdawê re got: “Nameya Birêz Mesûd Barzanî di cih de ye û em destxweÅŸiya wî dikin. Astengiyên li ber çalakkirina parlamentoyê ji holê rakirin. Dem ew deme ku yasa serokatiyê bê guhertin û aliyên siyasî yên parlamentoyê beÅŸdarî rûniÅŸtinan bikin û vê pirsgirêkê çareser bikin.”
Dilêr Mawetî wiha domand: “Birêz Barzanî bi vê helwesta xwe rewÅŸ aram kir. Divê parlamento desteyên taybet pêk bîne û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkan di çarçoveya destûra bingehîn de ligel Bexdayê dest bi guftugoyan bike.”
“Erka Barzanî neqedaye”
Siyasetmadarê kurd Mehmûd Osman ku kesayetekî weke nêzîkî malbata Barzanî tê zanîn û beriya 54 salan ve jî peywendiyên wî Mesûd Barzanî dest pê kirine, ji Rûdawê re wiha got:
“Barzanî gaveke baÅŸ avêt. DabeÅŸkirina deshilatdariya Barzanî di heyama Herêma Kurdistan pê re derbas dibe de girîng e. Rola Mesûd Barzanî li vê derê xilas nabe. Ew serokê partiya herî mezin a Kurdistanê ye. Jixwe di nameyê de bi eÅŸekere dibêje ew dê li ser xebatên xwe berdewam be. Ev yek jî ji bo aliyên siyasî derfeteke baÅŸ e. Madem ku ev pirsgirêk çareser bû bila aliyên siyasî bi hev re birûnin û dest bi diyalogê bikin û pirsgirêkên din çareser bikin.”
Pirsgirêka serokatiyê
Parlamentoya Kurdistanê di sala 2005ê de, bi yasaya jimare yek a 12ê Gulana 2005ê, Mesûd Barza nî weke yekemîn Serokê Herêma Kurdistanê hilbijart û Barzanî sonda yasayî xwend.
PiÅŸtî guhertina yasaya hilbijartina serokatiya herêmê, ku biryar hate dayîn serok ji aliyê gel ve were hilbijartin, di hilbijartinên 25ê Tîrmeha 2009ê de, Mesûd Barzanî milyonek û 266 hezar û 397 dengan wate ji sedî 69.60ê deng bidest xist û careke din weke Serokê Herêma Kurdistanê hate hilbijaetin. Barzanî di 20ê Tebaxa 2009ê sonda yasayî xwend.
PiÅŸtî rêkeftina di navbera PDK û YNKê ya ji bo hilbijartinên serokatiya herêmê, roja 30ê Hezîrana 2013ê, dema serokatiya Barzanî, ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve bo 2 salan hate dirêjkirin. PaÅŸî ÅŸandeke hevbeÅŸ a PDK û YNKê daxwaz kirin, ku ev yasaya nû were îmzekirin lê Barzanî yasa îmze nekir û red jî nekir.
Heyama serokatiya Mesûd Barzanî di 20ê Tebaxa 2015ê bidawî dibû. Lê aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li ser mijara “sererastkirina yasaya hilbijartina serokatiya herêmê” li hev nekirin. Ji ber vê yekê roja 17ê Tebaxa 2015ê, Encûmena Åžûra ya Herêma Kurdistanê biryar da, ku heta hilbijartinên serokatiya herêmê werin kirin, Mesûd Barzanî bi hemû desthilatên xwe ve, li ser karê xwe bimîne.
Ev biryar di nava Herêma Kurdistanê de bû sedema karvedanên cuda lê civaka navdewletî herweka caran, weke Serokê Herêma Kurdistanê, li gel Mesûd Barzanî danûstandin dike.
Barzanî di gelek civîn û rûniÅŸtinên girseyî, çapemenî, hevpeyvînan de gotiye, “wergirtina kursiya serokatiya herêmê, xeletiya herî mezin a jiyana min bû û divêya min ev erk qebûl nekiriba.”
“Her dê êriÅŸî Kerkûkê bikiran”
Barzanî di peyama xwe ya 29ê cotmehê de destnîÅŸan kir, ku ji bo cîbicîkirina destûrê wan gelek hewl daye, li gel Bexdayê û welatên derve re ÅŸêwirine lê ji wê yekê ti encam dernexistine.
Barzanî got: “Me li gel hevpeymaniya navdewletî çendîn car li ser vê yekê gotûbêj kir û me ji wan re got, ku rewÅŸ ber bi xeteriyê ve diçe. Me got eger bi vî awayî here em ditirsin xwîn birije. Werin em yan ÅŸîrîkatiyeke rasteqîne pêk bînin, eger nekarin vê yekê bikin jî bibin du cîranên baÅŸ û hevkarên hev. Wê demê helwesteke pir erênî nîÅŸandan. Lê ew kesên ku ji me re digotin yan destê baÅŸ an jî niyeta pak, niha siwarê tankên Abrams bûne û tên ÅŸerê gelê Kurdistanê û pêÅŸmerge dikin.”
Barzanî diyar kir, ku eger pêÅŸmerge neba, Iraqê nedikarî bi hêsanî Mûsilê ji destê DAIÅžê derbixe û wiha berdewam kir:
“Me wesa dizanî, ku civaka navdewletî dê piÅŸtevaniya gelê Kurdistanê û pêÅŸmerge bike. Rêzê li xwîna ÅŸehîdên me bigrin. Herwiha me wesa dizanî, ku dê desthilata Bexdayê jî wefadar be li hember vê fedakarî û asankariyên me ji bo wan kiriye. Lê mixabin derkete holê ku wê demê bernameya wan a êrîÅŸê hebûye. Referandum Kurdistanê ne sedema êriÅŸê bû û wan her dê êriÅŸî Kerkûkê bikiran. Diyar bû ku ÅŸerê Hewîce paÅŸde xistin, da ku van hêzan hemûyan kom bikin û êrîÅŸê Kerkûkê bikin.”
“Îxaneta Kerkûkê”
Di berdewama peyama xwe de Serok Barzanî behsa roja êrîÅŸa ser Kerkûkê kir û got: “Ewa me qet hizra wê nedikir û nedihate xeyalê me ew bû, ku ÅŸeva 15ê ser 16ê Cotmehê ew xiyaneta mezin û xiyaneta nîÅŸtîmanî li Kerkûkê hate kirin, Kerkûk hate teslîmkirin û ji piÅŸtve xencera jehrî li pêÅŸmerge û hemû gelê Kurdistanê dan. Dengê zelal ê 3 milyon mirovên Kurdistanê xistine ber astengiyeke pir mezin. Lê van 3 milyon dengan dîrokek tomar kir û ti kes nikare jê bibe. Eger ne ji wê xiyanetê ba, dê niha rewÅŸa Kurdistanê bi awayekî din ba.”
Mesûd Barzanî eÅŸkere kir, ku plana berevaniyê ji bo hemû navçeyan û ji bo Kerkûkê jî amade kiribûn, çimkî wan pêÅŸbînî dikir ku êrîÅŸî Kurdistanê bikin û diyar kir: “Lê mixabin wê xiyanetê bandoreke xerab li ser Hêzên PêÅŸmerge û plana berevaniyê kir.”
Derbarê helwest û bêdengiya Amerîkayê ya di dema êriÅŸên ser Kerkûkê de Serok Barzanî ragihand: “TiÅŸta din a ku me bawer nedikir ku çêbibe ew bû, ku çawa ew hêza ku Amerîkayê wan kesên weke terorîst dibîne, li ber çavê wan siwarê tankên Abrams ên amerîkî bûn û hatin êriÅŸî Kurdistanê kirin û Amerîkayê jî tenê li wan temaÅŸe kir. Vê yekê pirsyarek li cem gelê Kurdistanê çêkiriye, ku gelo Amerîka bi wê pilanê razî bû ye? Gelo ma Amerîka razîbû êriÅŸê bînin ser Kurdistanê? Eger mijar ew be, ku gelê Kurdistanê ceza bikin, gelo ma cezakirin bi vî awayî dibe, ku tankên amerîkî bên ser gelê Kurdistanê û jenosîdeke din bînin serê gelê Kurdistanê?”
“Em nahêlin rûmeta me bê ÅŸikandin”
Mesûd Barzanî da zanîn, ku ji bo xwîn nerije Hêzên PêÅŸmerge ji hinek navçeyan vekiÅŸiyane, lê hêzên HeÅŸda Åžeibî û yên Iraqê êriÅŸên xwe berdewam kirin.
Barzanî got: “Ew cihên ku pêÅŸmerge vekiÅŸyan HeÅŸda Åžeibî hat lê li cihê ku ÅŸer kirin, wan qet nikarîn pêÅŸde bên û wiha domand:
“Mijar ne destûr e, lê ew e, ku dixwazin heybeta gelê Kurdistanê biÅŸkînin, dixwazin rûmeta gelê Kurdistanê biÅŸkînin û ji bo vê yekê jî referandum kirine hincetek ji xwe re. Gelo ma dema Enfal, Helebce û Åžingalê de ew hemû karesat hatin serê me, wê çaxê me referandum kiribû? Lê ya rastî ferheng û zîhniyet e. Ew vî mafî ji gelê Kurdistanê rewa nabînin. Em naxwazin ÅŸer bibe û xwîn birije. Eger niyeta wan ÅŸikandina rûmeta gelê Kurdistanê be, niyeta wan ÅŸikandina îradeya gelê Kuridstanê be, bi piÅŸtrastî ji bo we dibêjim ku bi hezaran zarokê vî welatî û pêÅŸmerge amade ne heta dilopa dawî ya xwîna xwe berevaniyê li axa Kurdistanê bikin. Em mirinê hildibjêrin û em nahêlin rûmeta me bê ÅŸikandin.”
“PêÅŸmergeyetî ji her postekî giringtir e”
Mesûd Barzanî, kurê Mistefa Barzanî, ji sala 1962an ve di nav tevgera rizgarîxwaz a kurdî de xwedî roleke diyar û berçav e. Destpêkê pêÅŸmergeyekî ciwan bû û piÅŸtre bû Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê.
Barzanî weke pêÅŸmerge dest bi têkoÅŸîna azadiya Kurdistanê kir û dema dev ji erkên xwe yê serokatiya Herêma Kurdistanê berda jî di daxuyaniya yekem de got: “Ezê weke pêÅŸmerge bimînim.”
11ê Adara 1970 yek ji endamên ÅŸanda danûstandkar a serkirdayetiya ÅžoreÅŸa Îlonê ya bo Bexdayê bû.
PiÅŸtî ÅŸikestina ÅžoreÅŸa Îlona sala 1975an, ligel Îdrîs Barzanî û hejmarekê ji kadroyên ciwan ên PDKê serkirdayetiya demkî ya partiya xwe dirust kir.
Barzanî 26ê Gulana 1976ê serkirdayetiya ÅžoreÅŸa Gulanê kir. Roja 4ê Cotmeha 1979ê li gundê Zêve ya devera Mirgever a bajarê Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê, Nehemîn Kongreya PDKê hate sazkirin. Di kongreyê de Mesûd Barzanî bi piraniya dengan weke serokê nû yê PDKê hate hilbijartin. Barzanî ji wê demê heta niha di hemû kongreyan de weke serok hatiye hilbijartin.
Tebaxa 1988an, ku bi sedema rawestandina ÅŸerê navbera Iraq û Îranê, careke din ÅŸoreÅŸa Kuridstanê tûÅŸî ÅŸikestinê bû, pêÅŸmerge tenê li sêgoÅŸeya sînorên Iraq, Îran, Tirkiyê û Xwakurk berevanî kir û 45 rojan berevaniya giran li beramber artêÅŸa Iraqê kir, ku bi Dastana Xwakurkê navdar e û Barzanî bi xwe serkirdayetiya wê berevaniyê kir.
PiÅŸtî Raperîna 1991ê Barzanî di gotarekê de li ber xelkê Koye pêÅŸniyara encamdana hilbijartinê li Kurdistanê kir, di 19ê Gulana 1992an de hilbijartina parlementoya Kurdistanê hate encamdan.
PiÅŸtî ketina hikûmeta Beis li Iraqê, Mesûd Barzanî ligel Celala Talebanî, demeke dirêj li Bexdayê bûn û wan di nivîsandina destûra Iraqê de rol hebû. Wê demê, Paul Bremer ji aliyê Amerîka ve weke hakimê sevîl ê Iraqê hatibû danîn, di pirtûka xwe de behsa berevaniya Barzanî ya ji bo destxistina mafê Kurdan a di nav destûrê Iraqê de dike.
Ligel êriÅŸa DAIÅž bi ser Kurdistanê de, Barzanî serkirdayetiya ÅŸerê dijî DAIÅžê kir û demeke dirêj li eniyên ÅŸer de ma û hevdîtinên xwe yên siyasî jî li eniyên ÅŸer dikir, heya ku beÅŸê herî mezin ji axa Kurdistanê hat kontrolkirin.
Di dema serokatiya Barzanî de, têkiliyên diplomatîk ên Herêma Kurdistanê gihiÅŸtin astekî gelekî bilind û serok û karbidestên herî mezin ên welatan, serdana Kurdistanê kirin û Barzanî jî beÅŸdarî di çend konferansên cîhanî yên giring de kir.
Barzanî li Mehabada Rojhilatê Kurdistanê, di serdema Komara Kurdistanê de li wî bajarî jidayik bûye, di dema serokatiya wî de jî, karên wî bo avakirina komareke din a Kurdistanî bû, ku yek ji pêngavên wî yên herî xuya, biryara encamdana giÅŸtpirsiya serxwebûna BaÅŸûrê Kurdistanê bû, ku ev yek bû sedema coÅŸeke mezin li tevahiya parçeyên Kurdistanê. Tevî guvaÅŸ û gefên Tirkiye, Îran û Iraqê û daxwazên Amerîka û welatên Ewropa, di 25ê Îlonê de giÅŸtpirsiya serxwebûnê hat encamdan û zêdetirî %92 ji dengderan, dengê xwe dan serxwebûna Kurdistanê.
Di 4 salên dawiyê de, Barzanî daxwaz dikir, ku yan hilbijartin bo serokê Herêma Kurdistanê bêne kirin, yan jî aliyên siyasî li hev bikin da ku kesekî din di vê postê de deynin, heya ku hilbijartin bêne encamdan. Di gotarên vê dawiyê de jî wî ragihand, ku ew xwe kandîd nake û tekezî li ser vê yekê kiriye, ku ji bo wî bi xwe, pêÅŸmergeyetî ji her postekî giringtir e.
Rûdaw
Ev nivîs 210858 car hatiye xwendin.