Ji Parêzgariya Agiriyê daxwiyanî: Nûçeya înfazê ji aliyê PKK ne raste !
PeyamaKurd- Parêzgariya Agiriyê derbarê kuştina hemwelatiyê bi navê Feyzî Ertik ku li hewşa mala xwe hatibû kuştin daxuyanî da.
Parêzgariyê nûçeyên ku ew ji aliyê PKKê ve hatiye kuştin red kir.
Li gor daxuyaniya parêzgariyê, piştî lêkolînan derketiya holê ku Feyzî Ertîk bi xwe xwe kuştiye û encamên otopsiyê jî ev yek piştrast kiriye.
Parêzgariyê got, "Nûçeyên ku dibêjin, bi hinceta ku alîgirê AK Partiyê ye, ji aliyê PKKê ve hatiye înfazkirin bi tevahî derveyî rastiyê ne."
Hêjayî gotinê ye, di medyaya tirk de hevdem nûçeyek hatibû belavkirin ku kesekî bi navê Mevlut Bengî piştî hatiye kuştin, bi dîrekê ceryanê ve hatiye girêdan û bi kuştina wî jî PKK hatibû tohmetbarkirin.
Li gor daxuyaniya parêzgariyê navê hatiye dayîn cuda ye, lê derbarê bûyera kuştina kesê din de jî hîn ti agahiyeke zelal nehatiye ragihandin.
SPUTNIK
Ev nivîs 210797 car hatiye xwendin.