Ji roja 18’yê Sibatê ta nuha 600 kes hatin kûştin

PeyamaKurd- Amerîka li ser kuştina mirovên sîvîl li Gutaya Rojhilatê li Sûrîyê, Rûsya bi tundî tawanbar dike.
Amerîka radighêne, ku Rûsya li gor pîvanên agirbesta Neteweyên Yekgirtî tevnagere û bi navê têkoşîn li dijiyê Terorê bi Firokeyan bombebaran dike ku di encama wê de kesên bêguneh têne kûştin.
Wek tê zanîn Serokomarê Rûsya Putin, jibona ku xelkê sîvîl ji Gutaya Rojhilatê derkevin, rojane 5 Seetan banga agirbestê kiribû. Li ser ev bangewaza Putîn Wezareta Derve ya Amerîka gotibu, „Putîn henekan dike.“
Li gor daxwiyaniya çapemeniya çavdêr ku ji rewşa Gutaya Rojhilatê agahdarin, ji roja 18’yê Sibatê ta nuha 600 kesên medenî bi bombebarankirina Firokeyên Rusya û Suriyê hatine kûştin.


Ev nivîs 210787 car hatiye xwendin.