Ji Tilersonî daxwaziya bihistyariya bo Efrînê
Beriya serdana Tirkiye yê Rex Tillersonê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê , 8 endamên Kongreya Amerîkayê ji bo rewşa Efrînê nameyekî jêre şand.
Ji aliyê Rûdawê ve hat ragihandin ku beriya serdana Tirkiyeyê yê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Rex Tillersonî , 8 endamên Kongreya Amerîkayê yên ji Partiya Demokratan, derbarê şerê li Efrînê de nameyek radestî wî kir. Endamên kongreye di nameyê de ji Tillersonî re gotin ku ew ji ber rewşa li Efrînê gelek nîgeran in.
Her wiha di nameyê de wiha hat gotin:”Efrîn ji sala 2011an ve ji bo bawerî û neteweyên cuda yên Sûriyeyê her tim bûye herêmeke aram, lê niha ji ber êrîşên artêşa Tirkiyeyê ew aramiya têkçûye û bi sedan kes bûne qurbanî û bi hezaran kes jî koçber bûne."
Endamên Kongreya Amerîkayê her wiha gotin:”Em rêzê ji Tirkiyeya hevpeymanê NATOyê re digirin ku sînorên xwe biparêze. Lê li gorî yasayên navdewletî divê dewleta Tirkiye silametiya xelkê sivîl jî mîsoger bike û rê ji bo rêxistinan bide ku ew alîkariya tenduristî û mirovî dabîn bikin."
Ev nivîs 210804 car hatiye xwendin.