Jineke kurd ya xêrxwaz jiyana xwe ji dest da 

Şahhanim Kanat jineke kurd û naskirî ku li Stenbolê di navendekê salên dudirêj xizmet ji bo zarokên koçkirî dikir ji ber nexweşiya pençeşêrê jiyana xwe ji dest da. Şahhanım Kanat Navenda binavê Weqfa Başak Sanat ava kiribû û salên dirêj di wir de ji bo gelek zarokên xizan bibû hêviya pêşerojê.

Kanatê di sala 1994an de keça xwe Hêlîn Başak Kanat wenda kiribû ji bo bîranîna wê li Kayişdagiya Stenbolê navenda hunerê vekiribû. Bi hezaran zarokên ku ji ber rewşa dijwar a bajarên kurdan ji cih û warên xwe koç kiribûn li navenda Başak Sanatê bi saya xêrxwaziya Şahhanim Xanê perwerdehiya zimanên biyanî û hunerî didîtin.

 

 


Ev nivîs 210797 car hatiye xwendin.