Jiyana Penaberên Suriyê li Amedê...

Şîraniyên penaberan Suriyê li Amed: Herîse, Bukasî, Baklawaya Helebê

Peyamakurd- Penaberên Sûriyê ên ji ber şer neçar man welatê xwe terk bikin, li cihê ku bicih bûne jî çanda xwe berdewam dikin. Yek ji cihên ku penaberên Sûriyê tercih kirine bajarê Amedê ye. Li navçeya Baglar a Amedê, li serê her kolanê dikanek şîraniyê ji xelkê Suriyê dikeve ber çavan. Penaberên Suriyê jiber tunebûna kar û betaliyê bi gazinc in û diyar dikin ku ew bi van dukanan debara xwe dikin û her wiha çanda xwe jî didin nasîn. 

Penaberên şîraniyên Halebê çê dikin, diyar dikin ku şîraniya herî zêde eleqeyê dibîne ‘herîse’ ye. 

Herîse, Bukasî, Baklawaya Helebê 

Yek ji şîraniya herî zêde welatiyên Amedê eleqeyê nîşan dide ‘herîse’ ye. Şerbet li ser kek tê rijandin, fistiqên şamê û guzê hîndîstanê lê tê zêdekirin. Cureyek din ê şîraniyê jî ‘bukasî’ ye. Bi hevîrê baklawa tê çêkirin û fistiqên şamê dixin nav.

Ligel van şîraniyan, “Şîraniya Helebê jî heye û ev di siniyek mezin de bi behîv û fistiqa şamê tê çêkirin. Penaberên Sûriyeyê diyar dikin ku ew şirûba glîkoz di şîraniyên xwe de bi kar nahînin û ji ber vê jî şîraniyên wan sivik û bi tam e.


Ev nivîs 210764 car hatiye xwendin.