Johnson: “Referandûma Kurdistanê xeyalên me şikand”

Wezîrê karê derve yê Brîtanyayê Johnson tevlî civîna “Kamara Avamê” ya ku di bin parlementoya Brîtanyayê de wezîfe dike bû û di civînê de pirsên endamên komîsyona têkiliyên derve yên di derbarê siyaseta derve ya Brîtanyayê bersivand. Di gelek mijaran û li ser gelek dewletan pirs jê hat kirin.

Di civînê de di derbarê referandûma Kurdistanê de jî pirs jê hatin kirin û bersiva wan da. Wezîr li ser mijara referandûma 25 ê êlûnê de, behsa siyaseta dewleta xwe û qewimandinên di navbera Bexda û Rêvebiriya Herêma Kurdistanê de kir

Wezîr ragihand ku ew nexwestine referandûm çêbibe û xwestine bidin rawestandin lê tevî hewldanên wan, referandûm hatiye çêkirin û “xeyalên wan ÅŸikestine.” Johnson weha dewam dike:

“Ez heyranê milletê Kurd im. Ezma wan, bidestkeftiyên wan, serkeftinên wan, bi rastî jî mirov di nav heyretê de dihêlin. Lê fikra me ew e ku niha ji ber her cûre sedeman, Iraq yekperçe bimîne. Em ji Bexda û dostên xwe yên Kurd re vêya dibêjin.”

Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May jî di parlementoyê de axaftinekê kir û got ku ew tim bibîrxistine ku divê Kurd di mijara serxwebûnê de, bi Bexdayê re lihev bikin û axaftina xwe weha dewam kir: “Em di Iraqê de lihevkirinê dixwazin. Em dixwazin hemû alî aram bin, bi hevre diyalogan deynin û pirsgirêka bi rêya diyalogan çareser bikin.”

Ji bo mijara siyaseta Kurdistanê, fikra Brîtanyayê gelek girînge ji ber ku niha ji Amerîkayê bêhtir Îbadî mirovê Brîtanya ye. Divê nê jibîrkirin ku Îbadî ji Brîtanya hatiye Bexdayê û êrîÅŸên ku bi ser Kurdistanê ve anî, tev fikra Brîtaya ye.


Ev nivîs 210907 car hatiye xwendin.