Ka Zivistanên berê? Lê ez ji jiyana xwe ne poşman im..

PeyamaKurd-(COLEMÊRG) – Nişteciyê Gundê Tilorana Geverê Cengîz Guzelyuz derbareyê demsala zivistana Bakurê Kurdistanê de got ‘Zivistana wan a îsal naşibe zivistanên berê, Çile û Beçeyên îsal wekî germahiya bihar û havînê derbas dibe.

Li her deverên cîhanê taybetmendiya xweşbûna demsalan he ye. Li her derê cîhanê li gorî vê derê îklîm diguher e. Hin cih li gorî guherandina demsalê pir sar hin cih jî pir germ derbas dibin. Ev yek jî taybetmendiya erdnîgariya vî cihî nîşan dide.

Yek ji wan cihan jî Bakurê Kurdistanê ye. Bakurê Kurdistanê li gorî gelek deverên din îklîma xwe ya diguher e navdar e. Her sal îklîma Bakurê Kurdistanê li gorî salên din diguher e. Hin caran pir germ hin caran jî pir sar derbas dibin demsalên Bakurê Kurdistanê.

Bi taybet demsala zivistana Bakurên Kurdistanê her sal pir sar û hişk derbas dibe. Di salên borî gelek zivistanan hin caran nêzî 2 mîtroyan berf dibarî û barandina berfê bi taybet kesên ku li gundan jiyan dikin, dixwistin nav zor û zehmetiyan. Lê demsala zivistana Bakurê Kurdistanê ya îsal ne wekî zivistanên salên borî ye. Li Gundê Tilorana girêdayî Navçeya Gevera Colemêrgê ev yek bi awayekî zelal derxist ber çavan û ji bo zivistana îsal a ku me qala vê ya germê kir.

‘HER SAL LI VÊ DEMÊ LI VIR 2-3 MÎTROYÊN BERFÊ HEBÛ’

Nişteciyên Gundê Tiloranê diyar kirin ku her sal vî çaxî herî kêm 2 mîtroyên berfê dibarî li wir. Niştewciyan bil êv kirin ku îsal wan hemû deh rojan li wir berf nedîtî ye. Welatiyê bi navê Cengîz Guzelyuz diyar kir ku her sal bi taybet di Çile û Beçeyan de wan ne dikarî saetekê li ber derî rawest in û ev tişt ji me re parvekirin: “Di destpêka ku em biaxivin em spasiyên xwe ji bo Peyama Kurd dikin. Gelo bi rastî em ji bo zivistana îsal matmayî man. Her sal vî çaxî li gundê me herî kêm 2-3 mîtroyên berfê hebû. Lê hûn dibîn in îsal ne 2-3 mîtro qet santîmek berfê jî tune ye. Bi rastî ev yek karê Rebê Alemê ye, lê ez matmayî mam ji bo zivistana îsal.”

‘ÇILE Û BEÇEYÊN BAKURÊ KURDISTANÊ’

Guzelyuz bi van gotinan berdwamiya axaftina xwe kir: “Zivistanê dema herî sar û hişk Çile û Beçe ne. Çile wekî navê xwe 40 rojan berdewam dike, Beçe jî 20 rojan berdewam dike. Çile pirs sar e, lê Beçe hêj Çile sartir e. Bawer bikin me sermaya Çile û Beçe îsal nedît. Zivistana me wekî payîzê bû. Her sal li vî gundî ji ber zêde berfbayînê me nedikarî em pezê xwe saetekê duduyan ji derve bihêl in. Me ji ber berfbayînê pezê xwe li govan de xwedî dikir. Şikûra Rebê Alemê îsal di saet 7’an heta saet 5 û 6’ê êvarê em pezê xwe li dervê giya didin ê û xwedî dikin.”

‘KALÊ MIN HEFTEYEKÊ DI MALÊ DE ESÎR MA’

Guzelyuz kêfxweşiya xwe ya demsala zivistanê wiha didomîn e: “Binêr in nêzî 4 sed pezê me he ye. Ger zivistana me wekî her sal sar û hişk derbas bibûyana, em mecbûr bûn ku niviya pezê xwe bifiroş in. Ji ber ku zivistana me germ derbas bû, me ji bo xwedîkirina pez zehmetî nekişand. Pîr û kalên me dema ku qala zivistanên di salên 90’î dikin,mirov pir şaş dimîn e. Temenê kalê min 95 e. Dema ku qala zivistana 90’î dike em guhên xwe digir in û em pir şaş dimîn in. Kalê min qala sala 78’an dikir û digot di sala 1978’an de li gundê me evqas berf barîbû me nedikarî em li hundir derbikevin derve û em hefteyekê li hundir diman. Kalê min digot di sala 1978’an de çar nîtroyên berfê barî û em li hefteyekê di nava malê de man.”

‘HER INSAN LI GORÎ XWE JIYANA XWE AVA DIKE’

Guzelyuz bal kişand ser zehmetiyên ku zarokatiya heta niha kişandiye û wiha pêde çû: “Temenê min 38 te. Min ji zarokatiya xwe heta niha tenê karê mal maldariya xwe û pezê xwe kirî ye. Ji bilî mal maldariyê ez tu karên din mijûl nebûm e. Ji ber vê yekê ez zehmetiyên xwedîkirina pez û heyvanetên din baş dizan im. Her insan li gorî xwe jiyana xwe ava dike. Hin kes dibin esnaf hin kes dibin dixwînin dibin tiştên cûda cûda. Ji zarokatiya xwe min jiyana xwe li ser şivanetî û karê malê ava kir. Ez ne poşman im ku min jiyana xwe li ser vî karî ava kiriye. Ez pir kêfxweşim ku ez karê mala xwe xwedîkirina pezê xwe dikim û mihtacî tu kesê nîn im.”

Guzelyuz bal kişand ser zozanên Kurdistanê û wiha got: “Ne tenê li Kurdistan û Tirkiyeyê li Cîhanê tu cih wekî Zozanên Kurdistanê xweş û paqij nîn in. Zozan taybetmendiya erdnîgariya Kurdistanê ne. Her tiştên Zozanên Kurdistanê xwezayî ne û xweş in. Ji avê bigir e heta giyayên ku em dibêjin ê pancar, hemû tiştên me yên xwarin û vexwarên ê xwezayî ne. Jiyana me ya Kurdistaniyan a zozanan ez naguherêm e jiyana tu cihên cîhanê. Keko xwedê dewlemendiya me ya herî mezin zozanên me ne. Em zozanên xwe naguherin tu tiştan.”

‘EZ SPASIYA PEYAMA KURD DIKIM’

Guzelyuz destnîşan kir ku bi salan e zozanên wan ji aliyê dewletê ve hatin e qedexekirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez nêzî satekê ye qala xweşikbûna Zozanên Kurdistanê dikim û hûn jî min guhdar dikin. Keko sed caran mixabin zozanên me bi salan e di bin navê ewlehiyê de hatin e qedexekirin. Em bi salan e nikarin biçin zozanên xwe. Dewletê zozanên me ji me kirin e qedexe. Berê demsala biharê heta dawiya demsala havînê me kon û çadirên xwe dibirên û me jiyana xwe nêzî 5 mehan li zozana berdewam dikir. Mixabin dewlet niha nahêle ne em û ne jî pezên me biçin zozan an. Ez bi rêya Peyama Kurd bang li rêveberên dewletê dikim, bila qedexeyên li ser zozanên me rakin û em biçin zozanên xwe. Ger dewlet bixwaze dilê welatiyên wan xweş be, bila qedexeya li ser zozanên me rake. Carek din spasiya Peyama Kurd dikim û serkeftinê ji bo we dixwaz im.”

PeyamaKurd – Ferît Dere


Ev nivîs 210802 car hatiye xwendin.