Kargoyên PTT ê wê bi dronan bigihînin xwediyên wan
Di sala pêÅŸiya me de, Ptt (posta-telefon-telgraf) li Tirkiyê, wê eÅŸyayên xelkê bi dronan bigihînin navnîÅŸanên wan. Serokê rêvebiriya Ptt ê Kenan Bozgeyik ragihand ku wê di sala pêÅŸiya me de dest bi kargoya bi dronan bikin.
Li bajarê Antalyayê konferansek hat lidarxistin û di konferansê de wezîr, di ser 100 î de rêvebirên jor yên Ptt ê û di ser 600 rêvebirên teÅŸkîlatên Ptt ê tevli konferansê bûn. Di konferansê de li ser sîstema e-tîcaretê, posta û lojîstîkê, li ser temamê mijaran axifîn û stratejiyên xwe danîn holê.
Bozgeyik got ku di konferansê de bi 5 dewaletan re peymana hevkariyê îmze kirine. Berya wê jî 16 peymanên wan hebûne. Ji bo ragihandina bi dronan, bi endazyar û zankoyan re, di nav têkiliyan de ne. Endazyarên wan yên ku bi dronan eleqedar dibin hene.
Dema behsa dronan dibe, ev nayê vateya ku dê li temamê deveran drone bên bikaranîn. Di vê mijarê de Bozgeyik weha got: “ Mînak eger ji Îstenbolê bo Adalar pêwist be bilez kargoyek here, eger kargo jî li gor ÅŸertên me bin, em ê bibin. Dema em trafîka Îstenbolê bidin ber çavên xwe, ew ciyê ku em nikarin di du sietan de bigihên wê derê, em ê bi dronan karibin di nîv sietê de herin wê derê.”
Dema destpêkirina gihandina eÅŸyayan bi dronan, wê ji hêrêmê bo herêmeka dinê biguhire.
Ev nivîs 210874 car hatiye xwendin.