Katalonya serxwebûna xwe ragihand
Katalonyayê bi awayekê yekalî serxwebûna xwe ji welatê Ispanyayê ragihand.
Parlamentoya Herêma Katalonya îro Înê 27ê Cotmeha 2017ê ji bo biryardana li ser ragihandina serxwebûna wê herêmê ji Ispanyayê civiya.
Serokê Herêma Katalonya jî beÅŸdarî civînê kir. PiÅŸtî gotûbêjê parlamenterên Katalonî bo biryardana derbarê serxwebûnê de ketin dengdana nihênî.
Di encama dengdanê de, 70 parlamenteran dengê Erê, 10 parlamenteran dengê Nexêr û 2 parlamenteran jî dengê spî (vala) bi kar anîn.
PiÅŸtî diyarbûna encama dengdanê, parlamentoya Katalonyayê bi ÅŸêweyeke yekalî deng bi serxwebûna Herêma Katalonya ji welatê Ispanyayê da û serxwebûna wê herêmê ragihand.
Serokwezîrê Îspanyayê daxuyaniya xwe ya yekem da
PiÅŸtî ragihandina serxwebûnê, Serokwezîrê Ispanyayê Rajoy bangewaziya “aramiyê” kir.
Rajoy li ser hesaba xwe ya Twitterê diyar kir: “Li Katalonyayê serdestiya hiqûqê dê cardin ava bibe.”
Ev nivîs 210836 car hatiye xwendin.