Kerkûkî: Xiyanetkar dixwazin rûyên xwe yên reş veşêrin

Xiyanetkarên 16ê Cotmehê, ango xiyanetkarên ku Kerkûk radestî dijmin kirin, ji bo ku xwe rûspî bikin û navê xiyanetê ji ser xwe rakin, dest bi derewan dikin û berpirsên wek Kemal Kerkûkî gunehbar dikin.

Malpera Milet Prees ya Lahor Cengî, ragiyhandiye ku malek Kemal Kerkûkî li Kerkûkê heye, xwedêgiravî nameyek nehînî di mala Kemal Kerkûkî de hatiye dîtin û ew name ji Serok Barzanî re hatiye ÅŸandin.

Di vê derbarê de Fermandeyê rojavayê Kerkûkê yên hêzên PêÅŸmergeyên Kurdistanê Kemal Kerkûkî, nûçe û ragihandina malpera Lahor Cengî derew derxist, anî zimên ku mala wî li Kerkûkê tuneye û got: „Xiyanetkar bi van derewan dixwazin xwe rûspî bikin û rûyên xwe yên reÅŸ veÅŸêrin“.

BalkêÅŸ e, malpera Lahor Cengî, her çiqasî behsa wê nameya nehênî kiribe jî, lê tu nimûne yan jî wêneyê nameyê neweÅŸandiye.

Kemal Kerkûkî, anî zimên ku „helwesta wan zelal û vekirî ye“ û got: „Radestkirina Kerkûkê û pêÅŸwazîkirina leÅŸkirên HeÅŸdî Åžabiî û artêÅŸa Iraqê xiyanetek mezin e“.

Z.B


Ev nivîs 210852 car hatiye xwendin.