Knack: Belçîkayê Alîkarî daye YPGê
Kovara heftane Knack ya ku li Belçîkayê weşanê dike anî rojevê ku îstîxbarata leşkerî ya Belçîkayê di salên 2016 û 2017an de pêwendî bi YPGê re daniye û berê alîkariyên amûrên medikal dane YPG dawiyê jî techîzatên leşkerî.
Li gorî îdîayê, Belçîkayê perwerdehiya çekan dane şervanên YPGê.
Li gor nûçeya kovarê di nav alîkariyên teçhîzatên leşkerî de, êlekên pola, unîforma û gelek amûrên din hene. Ji aliyê din ve di hin nûçeyan de jî hat îdikairin ku serokê îstîxbaratê Eddy Testelmans yê ku sala par îstîfa kiribû alîkariya cil û bergan bi şervanên YPGê re kiribû.
Ev nivîs 210805 car hatiye xwendin.