Koalîsyona Navnetewî Çima Hêzeke Taybet Åzand Kerkûkê?
Koalîsyona navnetewî hêzeke taybet ÅŸand bajarê Kerkûkê û ew li bingeha Keywan ya leÅŸkerî hat bi cîh kirin.
Li gor çavkanîyên pêbawer, armanca hinartina wan hêzan amadekarîne bo qonaxa dahatî û rêgirtina li hember derketina alozî û ÅŸer û pevçûnan li sînorên parêzgeha Kerkûkê û qeza Tuz xurmatû ya girêdayî parêzgeha Tîkrîtê ye.
Hêzên Amerîkî û yên hevpeymanan wiha dibînin ku dibe ÅŸer û pevçûn li wê herêmê rû bidin. Jibo pêÅŸîgirtina li hember alozîyan her ji niha de, ew hêz hatin ÅŸandin da ku di dema pêwîst de bikarin kontrola rewÅŸê bikin.
“Îraqê em bêçek kirine û hêza me li Kerkûkê nemaye. Bi vî awayî her tiÅŸtê ew dixwazin dikarin bi rêya çekê encam bidin," endamê Civata parêzgeha Kerkûkê ji fraksîyona Kurdî, Ehmed Askerî got.
Ew dide zanîn ku hêzên ku hatine Keywan, hêzên taybet in û ji yên berê cûda ne, wek hêzên ÅŸerker tên xuya dikin.
General Ryan Dillon, berdevkê Koalîsyonê li Bexda ragihand ku çûna hêzên hevpeymanan bo bingeha leÅŸkerî ya Keywan li Kerkûkê, bi hevkarîya hêzên Îraqê re pêk hatiye.
Dillon tekez dike û dibêje ewê hêzên xwe careke din li seranserî Îraqê bi cîh bikin.
DilÅŸad Enwer / Dengê Amerîka
Ev nivîs 210850 car hatiye xwendin.