Koalisyon: Wê alîkarîya bi HDS re bidome
Serokkomarê Tirkîyê, serokwezîr û wezîrê derve dibêjin „Trump soz daye me ku êdî hew çekan bidin Hêzên Demokratîk ên Sûrîyê (YPG). Lê ji alîyê din koalisyona navnetewî ya li dijî ÎÅžÎDê radigihînin ku wê alîkarîya bi HDS re berdewam be û ewê çekan bidin HDS.
Di vê derbarê de rojnameya Îsraîlê Jerusalem Post, radigand ku „Rayedarên koalisyona navnetewî ji wan re axivî ne û gotine ku ewê di dana çekan û alîkarîya bi Hêzên Demokratîk ên Sûrîyê berdewam bin û di ÅŸerê li dijî ÎÅžÎDê de ewê wan bi tenê nehêlin“.
Jerusalem Post, daxuyandiye û ji devê rayedarên koalisyona navnetewî gotiye: „Koalisyon, di ÅŸerê li dijî ÎÅžÎDê de wê çek, perwerde, ÅŸêwirmendî û alîkarîya xwe ji bo HDS bidomîne. Li Sûrîyê têkilîyên me yên taktîkî yên bi HDS re bi armanca têkbirina ÎÅžÎDê ye. HDS hevkarîyek ji Ereb, Kurd, Asûrî, Turkmen, Ermenî û grûpên din yên li dijî ÎÅžÎDê pêk tê. Kalisyon, ji bo têkbirina ÎÅžÎDê wê bi dewamî alîkarîya HDS bike“.
Di daxuyanî û agahdarîya Jerusalem Post de dixuye ku gotinên Serokkomarê Tirkîyê Erdogan û rayedarên wî ne rast in û Trump tu soz nedane wan ku ewê hew çekan bidin HDS.
Z.B
Ev nivîs 210828 car hatiye xwendin.