Komcivîna Soçiyê dê li Stenbolê bê çêkirin

Kongreya Niştimanî ya Sûriyeyê ya ku dawiya meha borî li bajarê Rûsya Soçiyê hat birêvebirin biryar e dê li Tirkiye bê lidarxistin.

Hat ragihandin ku Kongreya Niştimaniya Sûriyeyê ku ji ber dawetkirina PYDê jî bibû sedema nîqaşên giran û vê dawiyê dezgehên kurd beşdarî lê nekiribûn biryara wê hat dayîn ku li Stenbolê bê lidarxistin.  Ajansa Reutersê nûçeya xwe spart çavkaniyên nêzîkî Serokomarê Tirk Recep Tayip Erdoganî û ragihand ku piştî hevdîtina bi rêya telefonê ya Serokomar Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtinî dê agahiyên berfirehtir ji masmedyayê re bêne ragihandin. 


Ev nivîs 210799 car hatiye xwendin.