Ji do de, li Tirkiyê li bajarê Konyayê, grûbek ji xelkê bajêr avêtin ser malên xelkê ji Sûriyê ku li bajarê Konyayê dimînin. Di bûyerê de 20 mal û kargehên Sûriyeyîyan zerar dîtin. Di bûyerê de 1 ji xelkê Sûriyê birîndar bû.
Bûyer li bajarê Konyayê li navçeya Karatayê, li taxa Åžems Tebrîzî, do êvarê siet li dora 8 ê ÅŸevê qewimî. Komeka qelebalix bi dar û keviran êrîÅŸ birin ser mal û kargehên Sûriyeyiyan. Polîs mudaxeleyê bûyerê kir û qelebalixê ji hev belav kir.
Polîs dixebite ku ew kesên bûne sedema êrîÅŸan bigre û niha rewÅŸa navçeyê aram e.