Konferansa guherîna hewayê (climate) destpêkir

23emîn konferansa guherîna hewayê ya Neteweyên Hevgirtî, di bin serokatiya Fiji de, li bajarê Almanya Bonnê destpêkir. Îsal xwediyê malê yê konferansê Fiji ye lê ji ber bingeha wan têra ragirtina konferansê nake, konferans li bajarê Bonnê tê kirin ku sekreterya Neteweyên Hevgirtî jî li Bonnê ye.

Di konferansê de wê li ser biryarên ku sala borî, di Peymana Parîsê ya hewayê de ku hatibûn axaftin, bê seknandin. 197 welat peymanê îmzekiribûn û biryarên ku dabûn, wê wan biryaran çawa birêbixin, li ser wan bê axaftin. Armanca Peymana Parîsê ew e ku têkoÅŸînê li hemberê germbûna dinyayê û bandorên guherînên hewayî bidin.

Yek ji hedefa peymanê jî ew e ku di ÅŸûna ardûyên fosîlan de enerjiya ku mirov dikare nû bike bikarbînin. Di konferansê de ji bo zêdebûna germbûna dinyayê di bin du dereceyê de bê parastin, ji bo wê çi tedbir pêwiste, dê li serê biaxifin.

Konferans heya 17 vê mehê wê dewam bike.


Ev nivîs 210846 car hatiye xwendin.