Kongreya diyaloga netewî ya Sûriyê ma meha sibatê

Kongreya diyaloga netewî ya Sûriyê hat plankirin ku li bajarê Rûsya Soçiyê di meha 12an de çêbibe lê ma meha sibatê.

Nûçe ji aliyê ajansa Rûsya RÄ°A Novosti de hatiye belavkirin ku çavkaniya xwe weka çavkaniyeka dîplomatîk nîÅŸan dide. Di nûçeyê de sedemê bipaÅŸdexistinê xebatên ji bo kongreyê tên nîÅŸandan.

Birayara kongre ya netewî ya Sûriyê di civîna Soçiyê de hatibû dayîn. Tirkiye naxwaze ku PYD tevli kongeyê bibe. Lê car din di civîna Soçiyê de li ser mijara yekîtiya axa Sûriyê, her sê dewlet Îran, Rûsya û Tirkiye hemfikir mabûn.

Tevî ku Tirkiye naxwaze PYD here kongreyê, dibe ku Rûsya wan dawet bike bo kongreyê. Beyanên berê ku ji aliyê Rûsya de hatibûn dayîn, nîÅŸan didin ku dixwaze PYD tevli kongreyê bibe.


Ev nivîs 210813 car hatiye xwendin.