Koşka Spî: Em jibo şerê DAIŞê û çavdêriya Îranê li Iraqê ne

PeyamaKurd - Rayedarekî payebilind ê Koşka Spî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku daxuyaniyên Trump li ser Iraqê helwesteke nû nîn in, hêzên Amerîkayê ji bo şerê DAIŞê û çavdêriya Îranê li Iraqê ne.

Rayedarê payebilid ê Koşka Spî diyar kir: “Daxuyaniyên Serok Trump ên li ser Iraqê helwesteke nû nîn in. Hêzên me ji bo rûbirûbûna DAIŞê û çavdêriya çalakiyên Îranê, li Iraqê ne.

Roja yekşema derbasbûyî, Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku beşek ji wan hêzên ku dê ji Sûriyê vekişin, em dê li Iraqê bi cih bikin, dixwazin bi rêya hiştina hêzên xwe li Iraqê çavdêriya Îranê bikin.

Rudaw


Ev nivîs 210722 car hatiye xwendin.