Kosret Resûl bersivek tund da Hêro Îbrahîm Ehmed...

Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl bi nameyekê bersiv da Endama Polîtburoya YNKê Hêro Îbrahîm Ehmed û got: “Mixabin, tu û kesûkarên te bêyî ku guh bidin dîroka YNKê, bêyî ku pêgeha Mam Celal û xebata hevalên wî li ber çav bigrin, we bi veşartî rêkeftin kir û YNK jî neçarî xeletiyên siyasî, hizbî û neteweyî kir.”

Endama Polîtbûroya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û hevjîna sekreterê koçkirî yê YNKê Celal Talabanî, Hêro Îbrahîm Ehmed, îro ji Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl re name şandibû û gptibû: “Ez hêvîdar im hun berpirsyariya ser milê xwe bi emanet cîbicîh bikin daku navê we wek hilwerînerê çepke gula (baqê gula) Mam û YNKê neçe nav rûpelên dîrokê.”

Kosret Resûl di bersiva vê nameyê de peyvên tûj bikar anî û got: “Nameya te zêdetir weke belavkirina nivîsneke li ser tometên kevinbûyî û propagandaya destegerî û milmilaneya nav YNKê. Nivîsîn ne ji bo çaresekirina rewşa perîşan a YNKê û gel û alîgirên me ye.”

Resûl di nameya xwe de wiha nivîsî:

“Mixabin, tu û kesûkarên te bêyî ku guh bidin dîroka YNKê, bêyî ku pêgeha Mam Celal û xebata hevalên wî li ber çav bigrin, we bi veşartî rêkeftin kir û YNK jî neçarî xeletiyên siyasî, hizbî û neteweyî kiriye. Li hember gel û alîgirên me jî xeletiyeke dîrokî ya pir mezin jî kiriye.”

Kosret Resûl behsa zelaliya helwesta xwe dike û dibêje Hêro Îbrahîm ji hemû kesan zêdetir ji helwestê wî agahdar e û ew baş dizane ku wî hertim li pêşberê Celal Talebanî jî helwest û nêrîna xwe bi eşkere vegotiye.

Herwiha dide xuyakirin, ku piştî nexweşketina Celal Talebanî gelek caran rexne ji wî re hatine, ku desthilatên xwe bikar nayne lê ji bo pirsgirêkên navxwe kûrtir nebin wî ev yek nekiriye.

Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNKê di berdewama nameya xwe de wiha got:

“Em nebûn, ku Kak Newşîrwan û hevalên wî ji YNKê bê hêvî kir. Vederkirina çendîn hevalên serkirdetiya YNKê, herwiha bi dehan kadroên tekoşer ên YNKê, ku heta niha jî li derveyî YNKê ne, di stûyê wan kesan de ye, ku ji derveyî organên fermî pir bi neheqî kar û reftarê warîskarî li hember wan kirin.

Hez dikim vê yekê jî bêjim, ku ez pir bi başî emaneta dîrokî ya ser milê xwe fam dikim, ku emaneta xwîna bi dehan hezar tekoşerên gelê me, canfedayên riya kurdîniyê ye. Ji xwe her ew bûye palderê me da ku di pêvajoyên hestiyar ên jiyana rêxistina xwe de, li hmeber siyasetên çewt me bêdengî hilbijartiye.

Mixabin niha jî li ser dema pêkanîna kongreyê weke her car nêrîn û hizra we ne zelal e. di civînên fermî de hûn gotinekê dikin û di rûniştinên taybetî de berovajiyê nêrînên xwe disekinin.”

Kosret Resûl di berdewma nameya xwe de dide xuyakirin, ku ew piştgirî dide wê yekê ku di demeke herî nêzîk de kongre were sazkirin û li ser kongreyekê çawa jî nêrîna xwe wiha tîne ziman:

-Kongreyek ku parêzeriya rêzên YNKê bike, ne ku berovajiyê wê.

-Kongreyek ku di encamê de yekîtiya me ber bi hizbekî malbatî nebet, bi min û xizmên min ve û birastî jî YNKê bike partiyeke şehîdan.

-Kongreyek ku YNKê bike partiya hemûyan, ne ku YNK ya qirkirî ji aliyê deste taximeke diyarkirî.

-Kongreyek ku kadro û alîgirên zîz û acizbûyî aşt bike û bibe sedema komkirina hemû şiyanan.

-Kongreyek ku ji bo paşeroja gelê me, bibe darêjer û amdekarê siyaseteke nîştîmanyane ya şefaf û ron a yekîtiyê.

Rudaw


Ev nivîs 210814 car hatiye xwendin.